Blinken: Têkiliya F-16an û endamtiya NATO ya Swêdê bi hev re nîne!
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ragihand ku vêxistina çiraya kesk a ji bo firotina F-16 bo Tirkiyeyê û mijara endamtiya Swêdê ya NATOyê ji hev cuda ne.
Antony Blinken diyar kir ku ti têkiliya firotina balafirên şer ên F-16 a ji bo Tirkiyê ku di rojevê de ye û çiraya kesk a Enqereyê ya ji bo qebûlkirina Swêdê ya NATOyê bi hev re nîne.
Blinken ji Euronewsê re gotiye: “Em piştgiriyê didin Tirkiyê ku di bernameya F-16an a pêşketî de cih bigire û F-16ên nû bidest bixe. Ev mijareke rêveberiya Biden e, bêyî berfirehkirina NATOyê û her tiştê din.”
Blinken herwiha li ser pirsa helwesta Tirkiyê ya derengxistina berfirehkirina NATOyê ku niha endamtiya Swêdê nepejirandiye jî da xuyakirin: “Tirkiye xwedî berjewendiyên rewa ye. Ji bo çareserkirina van berjewendî û fikaran rasterast û bi serkeftî bi Fînlandiya û Swêdê re xebitîn.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin