Blinken: Bidawîkirina serê Ukraynayê girêdayî biryarên Pûtîn e!
03 berfanbar 2022 01:23
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken, di kanala France 2 ya Fransî de, li ser şerê Rûsya-Ukraynayê ragihand ku bidawîkirina şer girêdayî helwesta Moskowê û biryara Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn e.
Anthony Blinken got ku rêyeke derketinê heye, ew jî bi temamî girêdayî helwesta Moskowê û biryarên Serok Pûtîn e û diyar kir, “Heger Rûsya cidî be, diyaloga Moskow û Kîevê mimkun e.”
Herwiha Blinken da zanîn ku Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî di lêgerîna çareseriya dîplomatîk de ye, lê heta niha ‘ji bo dîyalog û dîplomasiyê daxwazeke cidî ji Pûtîn nehatiye û berevajî wê tevdigere’.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Medvedev sertê bidawîkirina serê Ukraynayê eskere kir!
20 tbx 2023
Jiyan
NATOyê ji bo bidawîkirina serê Ukraynayê ji Çînê daxwazek kir
22 îln 2022

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin