Biryara Netanyahu ya 'berdewamiya ser': Heta ku em Hamasê hilwesînin

14 berfanbar 2023 15:01
Biryara Netanyahu ya 'berdewamiya ser': Heta ku em Hamasê hilwesînin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku ew ê li gel zextên navneteweyî jî êrîşên li ser Şerîda Xezzeyê bidomînin û got, "Em ê heta dawiyê bidomînin. Heta ku em Hamasê tune bikin."

Li gor daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Îsraîlê, Netanyahu li başûrê Îsraîlê serdana baregeheke leşkerî kir û bi rayedarên leşkerî yên artêşa Îsraîlê ya ku êrîşên xwe yên li ser Şerîda Xezzeyê didomîne re bi telefonê axivî.

Netanyahu ji efserekî Îsraîlî re got: “Berdewam bikin. Ez dixwazim ku hûn heta leşkerê dawî berdewam bikin. Em ê heta dawiyê, heta serketinê, heta ku em Hamasê hilweşînin, berdewam bikin."

Netanyahu destnîşan kir ku wî ev gotin "tevî zextên navneteweyî" gotine û wiha got: "Tiştek wê me negire."

Netanyahu wiha dewam kir, "Ev şer wê bidome."

Netanyahu bal kişand ser kuştina 10 leşkerên Îsraîlê ku do di encama kemîna Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam ên li bakurê Şerîda Xezzeyê de 10 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin û wiha got: "Me do rojeke pir dijwar derbas kir."

Daxuyaniyên Netanyahû piştî zêdebûna zextên navneteweyî yên li ser rêveberiya Tel Avîvê ya li hemberî qetlîamên artêşa Îsraîlê yên 68 roj in li Şerîda Xezzeyê dewam dike, hatin.

Çi qewimî?

Hat ragihandin ku li Xezzeyê di 24 saetên dawî de 10 leşkerên Îsraîlê mirin û 19 jî birîndar bûn.

Ji 27ê Cotmehê ku artêşa Îsraîlê dest bi operasyona bejayî ya li Xezzeyê kir, hejmara leşkerên ku mirin derket 115an û hejmara birîndaran jî derket 619an.

Hat ragihandin ku hejmara leşkerên ji 7ê Cotmehê û vir ve jiyana xwe ji dest dane bûye 444, hejmara birîndaran jî bûye 1704.