Bîlançoya xwepêşandanên Îranê û Rojhilat: 19 kuştî, 990 girtî

05 rêbendan 2026 11:44

Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam dikin. Di nava 9 rojan de 990 xwepêşander hatin binçavkirin û 19 jî hatin kuştin.

Bîlançoya xwepêşandanên Îranê û Rojhilat: 19 kuştî, 990 girtî

EuronuNews- Rêxistina Mafê Mirovan ya Herana raporek li ser bîlançoya 9 rojên xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir.

Di 9 rojan de 222 li navçe, 78 li bajarok û 26 li parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û çalakî hatine lidarxistin.

Rêxistinê da zanîn ku di encama van xwepêşandanan de 990 xwepêşander ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin. Herwiha 19 xwepêşander jî hatine kuştin û 51 jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku heta niha 17 zanîngeh beşdarî xwepêşandanan bûne.

Xwepêşander qala rewşa xirab ya aborî, desthilatdarî, sînordarkirinên li ser azadiyên ferdî û nebûna edaleta civakî dikin.

Di dema xwepêşandanên li navçeya Xurem Abadê de, hêzên rejîma Îranê êşkence li Parêzer Nasir Rezayî kir.

Tundî û zexta Rejîma Îranê jî li beramberî xwepêşander û welatiyan berdewam e. Xwepêşanderên birîndar bûne ji tirsa binçavkirinê, serdana nexweşxaneyê nakin.