Bihayê petrolê ji ber tirsa ambargoya Amerîka û Ewropa dîsa zêde bû
07 adar 2022 14:36
PeyamaKurd – Bihayê petrolê ji ber tirsa ambargoya Amerîka û Ewropa li ser petrola Rûsî û paşketina danûstandinên navokî yên bi Îranê re, îro dîsa zêde bû.
Li gor amarên dawî, bihayê bermîla Brent, bi rêjeya ji sedî 9.56 zêde bû û bû 129.5 Dolarî, bermîla petrola xav a Amerîkî jî bi rêjeya sedî 8.23 zêde bû û bû 125.17 Dolarî.
Aborînasê di Bank of America de Ethan Harris li ser vê zêdebûnê diyar kir: "Eger rojava piraniya hinardekirina enerjiyê ya Rûsyayê rawestîne, ew ê bibe şokeke mezin ji bo bazarên cîhanî. Xisara bazarê ya pênc milyon bermîlên petrola Rûsî, dikare bibe sedema buhabûna bihayê her bermîleke petrolê ji bo 200 dolarî û wê geşbûna aborî li cîhanê kêm bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Amerîkayê ambargoya petrolê ya ser welatekî rakir
27 mjd 2022
Kurdistan
Amerîka texmîna bihayê petrolê daxist
09 tbx 2018

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin