Biden: Hamas divê pêsî rehîneyan berde

24 cotmeh 2023 13:02
Biden: Hamas divê pêsî rehîneyan berde

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser pirsa gelo ew piştgirî dide “agirbesta” li Gazzeyê yan na, bersiv da ku Hamas divê pêşî rehîneyan berde.

Biden di çalakiyeke li Qesra Spî de axivî.

Li ser pirsa rewşa "agirbest" a li Gazzeyê, Biden bersiv da ku divê pêşî Hamas dîlên di destê xwe de serbest berde.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku do ji aliyê Tûgayên Qassam ve hat dayîn, Nurit Yitzhak û Yocheved Lifshitz ku berê dîl hatibûn girtin, bi navbeynkariya Misir û Qeterê hatin berdan.

Tûgayên Qassam destnîşan kir, van kesan berê dixwestin biterikînin, Îsraîl bi "êsîrên wan ne xema wan in" tawanbar kir.