Biden: Em digel jin û welatiyên Îranê yên wêrek in
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi gotarekê li ser xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê axivî û got, ev xwepêşandan wê demeke dirêj berdewam bin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden di gotareke li zankoyeke bajarê Arfîn a Floridayê ku hejmareke zêde ya xelkê Îranê dijîn de da zanîn, ew digel jin û welatiyên Îranê yên wêrek in, tiştê ku herî zêde bala wî kişandiye, ew e ku Îran ji bo demeke dûr û dirêj nikare wan xwepêşandanan bêdeng bike.
Herwiha Serokê Amerîkayê rexne li yasayên Îranê girt û eşkere kir, jin li hemû cihanê û bi awayên cuda rastî tundûtûjiyê tên lê pêwîst e li ber xwe bidin, nabê kes jê re bêje pêwîst e çi cilekê li xwe bîkî. Biden got, pêwîst e Îran sinorekê ji tûndiya dijî welatiyên xwe dayîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin