Çînê hişyarî da welatiyên xwe: Ji Îranê derkevin

27 sibat 2026 12:28

Çînê welatiyên xwe hişyar kirin ku ji ber zêdebûna metirsiya ewlehiya derve yên li Îranê ku ji ber operasyoneke leşkerî ya pêşbîn a Amerîkayê çêdibin, ji welêt derkevin.

Çînê hişyarî da welatiyên xwe: Ji Îranê derkevin

RûpelNews - Di hişyariyeke ku ji aliyê Balyozxane û Konsulxaneyên Çînê yên li Îranê ve hat weşandin de, hat gotin ku di demên dawî de metirsiya ewlehiya derve li Îranê bi awayekî berbiçav zêde bûye û gelek welatan hişyarî weşandine û ji welatiyên xwe xwestine ku ji welêt derkevin.

Di hişyariyê de ji welatiyên çînî re hat şîretkirin ku neçin Îranê û ji kesên ku niha li welêt in jî hat xwest ku tedbîrên xwe yên ewlehiyê zêde bikin û di zûtirîn dem de welêt biterikînin.

Di hişyariyê de hat gotin ku balyozxane û konsulxaneyên Çînê yên li Îranê û welatên cîran dê piştgiriyê bidin welatiyên Çînî û dê geştên bazirganî û veguhestinên bejayî bên sazkirin.