Biden bi peyamekê Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir

29 gulan 2023 14:02
Biden bi peyamekê Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir

PeyamaKurd Serokomarê Amerîkayê Joe Biden bi peyamekê Recep Tayyîp Erdoganê ku ji nû va wek Serokomarê Tirkiyeyê hat hilbijartin pîroz kir.

Biden di daxuyaniya xwe de da zanîn û got:

“Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo careke din hat hilbijartin pîroz be.

Wek Hevalbendên NATOyê, ez li bendê me ku li ser mijarên dualî û kêşeyên hevpar ên gerdûnî xebatên hevpar bidomînin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî di peyama xwe ya li ser Twitterê de diyar kir:

“Ez hilbijêrên li Tirkiyeyê ji bo jinûve bijartina Serokomar Erdogan û tevlîbûna ku kevneşopiya demokratîk a Tirkiyeyê ya kûr nîşan dide, pîroz dikim. Tirkiye hevalbend û hevkarekî hêja yê NATOyê ye. Ez li bendê me ku bi hikûmeta ku ji aliyê gelê Tirkiyeyê ve hatiye hilbijartin re xebatên me bidomin.”