Bicihkirina ereban li Efrînê berdewam e
29 nîsan 2018 04:08
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku 70 malbatên Erebên li bajaroka Şiyê ya bi ser bajarê Efrînê yê Rojava ve hatin bicihkirin.
Li gor ajanseke Rojava ku dispêre çavkaniyekî ji herêmê ragihandiye ku îro 70 malbatên Ereb li bajaroka Şiyê ya bi ser bajarê Efrînê yê Rojava ve hatin bicihkirin.
Di nûçeyê de hat diyar kirin ku hejmara wan Erebên îro li bajaroka Şiyê hatine bicihkirin, 207 kes in û hat gotin ku komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyeyê li bajaroka Şiyê dimînin, ew malbatên Ereb li malên Kurdan ên hatine terikandin, bi cih kirine.
Bajaroka Şiyê ji sed malan pêk tê û ji sedî 50yê wan malên xwe terikandine û hêj venegeriyane malên xwe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Efrînê serê li ser erdên Kurdan berdewam dike
16 îln 2024
Cîhan
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, alîkariyên li Efrînê berdewam dike
02 adr 2023
Jiyan
Li Efrînê bicihkirina Ereban berdewam dike!
16 gln 2018
Jiyan
Zilma grûpên ser bi artêsa Tirkiyê li Efrînê berdewam e
26 cot 2018
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin