Bicihbûna hêzên artêsa Sûriyê li deverên HSDê pistrast bû

17 tîrmeh 2022 14:30
Bicihbûna hêzên artêsa Sûriyê li deverên HSDê pistrast bû

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) li ser nûçeyên şandina hêzên rejîma Sûriyê li herêmên kontrola HSDê ragihand ku karwana hêza artêşa Sûriyê ya 250 leşker, 5 tank û gelek çekên giran ên din pêk dihat, derbasî herêmên HSDê bûye.

SOHRê diyar kir, ew karwan di rêya Minbicê re ber bi herêmên Eyn Îsa ve li bakurê Reqayê bi rê ket û Hêzên rêjîmê li hember herêmên di bin kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de belav bûn.

Herwiha hat gotin ku di dema belavbûna hêzên artêşa Sûriyê li wan deveran de, helîkoptereke Rûsî li asman çavdêriya rewşê dikir.

SOHRê da zanîn, hêzên rejîmê pêgehên xwe bi çek û şervanan li eniyên şer ên li gundewarê Til Temirê li bakurê rojavayê Hesekê li hember komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve jî bihêz kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke nû li Til Rifet û Minbicê, Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî ragihandibû ku di navbera HSD û artêşa Sûriyê de têgihîştineke leşkerî ji bo rûbirûbûna her hewleke dagîrkirinê ya Tirkiyê çêbûye.

Di çarçoveya wê têgihîştinê de jî, dê hêzên rêjîma Sûriyê herêmên HSDê yên li bajarokê Eyn Îsa, derdora Bab, Minbic û Kobanê bi cih bibin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî di civîneke rojnamevanî de eşkere kiribû, li hember gef û êrîşên Tirkiyê, hêzên artêşa Sûriyê li Kobanî û deverên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê hatine bicihkirin.