Bi navbeynkariya Amerîkayê agirbesta Îsraîl û Lunbnanê hat dirêjkirin
Hat ragihandin ku bi navbeynkariya Amerîkayê agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de bo dema 45 rojan hat dirêjkirin.
RûpelNews - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku aliyan li hev kirine ku ateşkesa heyî ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de 45 rojan dirêj bikin. Hat ragihandin ku ev biryar ji bo hêsankirina pêşveçûna danûstandinên ku di bin navbeynkariya Washingtonê de tên meşandin, hatiye girtin.
Li destpêkê bo dema 10 rojan agirbest hatibû ragihanin
Hat ragihandin ku agirbest di destpêkê de ji bo heyama 10 rojan hatibû destpêkirin, piştre sê hefteyan hatibû dirêjkirin û dihat payîn ku heyama heyî di 17ê Gulanê de bi dawî bibe.
Wezaretê danûstandinên Îsraîl-Lubnanê yên ku li Washingtonê hatin kirin wekî "gelek berhemdar" bi nav kir û ragihand ku alî dê di 2 û 3yê Hezîranê de danûstandinan ji nû ve bidin destpêkirin.
Hizbûllah naxwaze bi Îsraîlê re danûstandin werin kirin
Hat destnîşankirin ku Îsraîl û Lubnan di danûstandinan de ji aliyê dîplomatên bi tecrube ve dihatin temsîlkirin û ku pêvajo di bin navbeynkariya Amerîkayê de dimeşiya.
Lêbelê, Hizbullah dijberiya xwe ya li dijî danûstandinên rasterast bi Îsraîlê re dubare kir.
Hat ragihandin ku, tevî pêvajoya agirbestê, alozî di navbera Îsraîl û Hizbullahê de car caran berdewam kirin.
