Bi mosekan êrîsî Balafirgeha Bexdayê kirin

23 rêbendan 2021 14:00
Bi mosekan êrîsî Balafirgeha Bexdayê kirin

PeyamaKurd – Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê rastî êrîşa moşekî hat û êrîş ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ya Amerîkayê ve, hat têkbirin.

Li gor zanyariyan, vê sibehê bi rêya çend moşekên Katyoşa ve, êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê kirin û êrîş ji aliyê sîstema berevaniya esmanî ya Amerîkayê ve ji binkeya serbazî ya Victory ku li nêzîkî balafirgehê ye, hat têkbirin.

Hêzên Iraqê piştî êrîşê dest bi lêgerîneke berfireh kirin ji bo dîtina jêdera avêtina moşekan.

Amerîka, di dawiya sala derbasbûyî de, sîstema berevaniya esmanî li Balyozxaneya xwe ya li Bexdayê û li binkeya serbazî ya Victory saz kir, ji bo parastina wan ji êrîşên milîsên ser bi Îranê ve.