Bi milyonan hecî li ser riya Girê Erefê ne
Di saetên serê sibê de, di Roja Erefê de—ku dikeve roja nehan a meha Zilhicceyê—hecî ji bo 'Waqfê', stûna herî girîng a Hecê, berê xwe didin Girê Erefê. Hecî dê heta êvarê li wir bimînin.
RûpelNews - Hacî li herêma Eefê bi cih dibin, ku sînorên wê bi tabelayan û nîşankeran hatine nîşankirin, ji ber ku tevahiya deşta Erefê wekî cihê sekinînê (Waqfê) ji bo haciyan tê hesibandin.
Her ku dema nimê nîvro nêzîk dibe, we’za Erefê dê were dayîn, ku fezîletên mezin, şîret û prensîbên rêber ên vê roja pîroz radigihîne.
Piştre, li gorî Sûneta Muhammed Pêxember (s.x.l.), hecî dê nimêjên nîvro û piştî nîvro bi awayê 'cem'ê, ango hevkirin û kurtkirinê ('al-takdim wa-l-kasr') pêk bînin.
Di rojavabûna roja nehemîn a Zilhicceyê de, hecî dê ber bi kampa li Muzdalifayê ve bi rê bikevin. Li wir, ew ê nimêjên Mexreb û Eyşayê bi yekkirin û kurtkirinê bikin, û dê şevê li Muzdalifayê derbas bikin.
Bergiriyên tund ên ewlehiyê tên girtin
Duh (Duşem 25ê Gulanê), roja heftemîn a Zilhicceyê, pêvajoya hatina hecîyan bo kampa Minayê ji bo derbaskirina 'Roja Terviyê' bi dawî bû. Rayedarên têkildar ji bo hêsankirina rêwîtiya hecîyan û misogerkirina ewlehiya wan, sîstemeke hişk bi cih anîn.
Roja Terviyê yek ji rawestgehên sereke yên di rêwîtiya Hecê de ye, û heciyan li gorî Sunnetê şevê li Minayê derbas dikin berî ku ber bi Erefê ve biçin.
Digel ku heciyan di Roja Terviyê de ber bi Minayê ve diçin, ew di rojên Cejnê û rojên "Teşrîqê" de jî vedigerin vir. Mîna cihê pîroz ê yekem e ku hecî li Mekeyê berê xwe didinê; ew geliyek e ku li derveyî demsala Hecê, di tevahiya salê de kes lê najî.
Mîna, ku bi qasî 7 kîlometreyan ji Mizgefta Haremê dûr e, di navbera bajarê pîroz ê Mekeyê û Muzdalifeyê de ye û dikeve nav sînorên Haremê de ye.
Ev gelî, bi rûberekî giştî yê nêzîkî 16.8 kîlometre çargoşe, li bakur û başûr bi çiyayan hatiye dorpêçkirin. Ew li aliyê Mekeyê bi Akaba Cemre û li aliyê Muzdalifayê jî bi Geliyê Muhassir ve sînordar e.
Tevî şerê li herêmê jî hejmara heciyan zêde bûye
Roja Şemiyê 23ê Gulana 2026an, Salih el-Mubac, Fermandarê Hêzên Pasaporta Hecê, ragihand ku, tevî zehmetiyên rêwîtiyê û hawîrdora ne aram a ku ji ber şerê li herêmê çêbûye, zêdetirî 1.5 milyon hecî ji derveyî welat gihîştine Erebistana Siûdî ji bo pêkanîna Hecê.
El-Mubac destnîşan kir ku ev hejmar li gorî hejmarên sala 2025an zêdebûnek nîşan dide.
Fermandarê Hêzên Pasaporta Hecê, bi parvekirina daneyên li ser rêyên ketina hecîyan bo welêt, hejmaran bi vî rengî pêşkêş kir:
Bi hewayî: 1,457,514 hecî
Bi bejahî: 45,141 hecî
Bi deryayî: 6,497 hecî
Îsal, bi giştî 5,120 kes ji Herêma Kurdistanê—2,752 mêr û 2,368 jin—jî ji bo ferza hecê gihîştine Erebistana Siûdî.
