Bi hinceta kustina 2 polîsan 54 kes ji malbatekê hatin binçavkirin

20 gulan 2019 23:06
Bi hinceta kustina 2 polîsan 54 kes ji malbatekê hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Rihayê de, li navçeya Xelfetiyê 54 kes ji malbatekê hatin binçavkirin ku bi bûyera kuştina 2 polîsan tên tohmetbarkirin.

Li gorî medya tirk, bi gumana bûyera kuştina 2 polîsan û birîndarkirina 2 polîsan operasyon li ser wan hatiye kirin û ji heman malbatê 54 kes ji doh ve hatine binçavkirin .

18ê Gulanê li taxa Dergilî ya Xelfetiyê êrîşek bi ser polîsan de hatibû encamdan û 2 polîsan can dabû, 2 jî birîndar bûbûn.

Li gorî çavkaniyên herêmê kesên hatine binçavkirin ji heman malbatê ne û 2 kesên dema operasyonê bi hinceta PKKyî ne hatine kuştin jî endamên heman malbatê ne ku ew vê yekê red dikin.

Dîsa çavkaniyên deverê dibêjin, ji xeynî binçavkirina 54 kesan 4 kes ji endamên malbatê aqûbeta wan nediyar e û yên mayî jî li emniyetê rûbirûyî îşkenceyê tên û hîn ew dernexistine pêşberî dadgehê.