Îzmîr | Polîsan bi ser malan de girt: 4 kes hatin binçavkirin
14 sibat 2025 16:08
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku polîsan danê vê sibehê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê bi ser malan de girtiye.
Di serdegirtinan de endama meclisa partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)ê Gonul Yalçin, endamên meclisa Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM)ê Mehmet Sabrî Gul û Koray Turkay hatin binçavkirin.
Her weha hate diyarkirin ku bi ser Mala Hunerê ya Jinê (Jin Art)ê de jî girtin. Lê nehat zanîn bê ka li wir çend kes hatin binçavkirin.
Kesên hatine binçavkirin, birin Midîriyeta Polîsan a Îzmîrê û tê texmînkirin ku dibe ku hejmara kesên hatine binçavkirin zêdetir be.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Îzmîrê 27 koçberên neqanûnî hatin girtin
16 cot 2024
Cîhan
Li Diyarbekirê polîsan girtin ser malan: Gelek kes hatin desteserkirin
06 mjd 2020
Cîhan
Li 3 bajaran bi ser malan de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
13 sbt 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin