Bi fermana Mesrûr Barzanî Hikûmeta Kurdistanê 6 milyar dînar ji Silêmaniyê re terxan kir
07 tîrmeh 2021 21:01
PeyamaKurd - Bi fermana serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, nêzîkî 6 milyar dînar ji bo şaredariya bajarê Silêmaniyê hat terxankirin.
Fermangeha medya û zanyarî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku bi fermana serokê hikûmetê kujmê 5 milyar û 836 milyon dînar ji bo kar û projeyên şaredariya Silêmaniyê hat terxankirin.
Fermangehê da xuyakirin ku ew bûdçeya hatiye terxankirin ji bo komkirina gilêşê li rojhilat û başûrê bajêr hatiye xerckirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Mesrûr Barzanî: Hebûna PKKê ne di berjewendiya Kurdistanê û herêmê de ye
20 îln 2024
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin