Bi dronan êrîş li kampa Komeleyê hat kirin

27 nîsan 2026 18:26

Hate ragihandin ku li Silêmaniyê bi dronan êrîş li Kampa Sûrdaş a Partiya Şoreşger a Zehmetkêşan a Kurdistan a Îranê (Komele) hatiye kirin.

Bi dronan êrîş li kampa Komeleyê hat kirin

RûpelNews - Îro derdora saet 16.00 êvarî, bi du dronan êrîş li ser Kampa Sûrdaş a Komeleyê, ya li sînorê navçeya Dûkan a Silêmaniyê, hat kirin.

Berpirsekî Komeleyê ji Rûdawê re ragihand ku depoyeke avê bûye armanca êrîşê.

Berpirsî destnîşan kir ku di êrîşê de ti zîyan canî an jî birîndarî çênebûye û a zanîn ku kamp demek berê bi temamî hatibû valakirin.

Berpirsî diyar kir ku dronên keşfê li ser kampê difirin.

Malbatên Pêşmergeyên Komeleyê li Kampa Sûrdaşê niştecih bûn.