Bi dawîbûna agirbesta cejnê re êrîs kirin: 7 kustî…

28 gulan 2020 23:40
Bi dawîbûna agirbesta cejnê re êrîs kirin: 7 kustî…

PeyamaKurd – Rêxistina Talîban a Afganistanê ku ji bo 3 rojên cejna Remezanê agirbest ragihandibû û pevguhertina girtiyan dest pê kiribû, îro 28ê Gulanê êrîş bir ser xaleke kontrolê ya hêzên ewlehiya Afganistanê.

Li gorî ragihandina ajansa AFPê, îro di encama êrîşeke Talîbanê de 7 endamên hêzên ewlekariyê yên Afganistanê hatine kuştin ku berpirsên hikûmeta Afganistanê Talîbanê ji wê êrîşê berpirs dibînin.

Berdevka parêzgeha Pervanê Wehîda Şehkar ragihandiye, çekdaran êrîşî xaleke kontrolê kir û gelek windahiyên tevgera Talîbanê jî çêbûn.

Serokê polîsên li herêmê Hisên Şah daye xuyakirin, çekdarên Talîbanê agir berdane xala kontrolê  û 7 endamên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane.

Di heyama agirbesta demkî ya Talîbanê ya êrîş nekirina ser hêzên hikûmetê de, bêhtirî hezar girtiyên Talîbanê hatibûn berdan.