Bi bultena sîn dihat xwestin: Gumanbarê DAISê yê Iraqî li Kirikkaleyê hat girtin

29 berfanbar 2023 16:59
Bi bultena sîn dihat xwestin: Gumanbarê DAISê yê Iraqî li Kirikkaleyê hat girtin

PeyamaKurd – Gumanbarê DAIŞê yê Iraqî ku ji aliyê Rêxistina Polîsên Sûcdar a Navneteweyî (Interpol) ve bi bultena şîn dihat xwestin, li Kirikkaleyê hat girtin.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Parêzgeha Kirikkaleyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Kirikkaleyê ji bo deşîfrekirina kiryar û fealiyetên DAIŞê rêxistina terorê dixebitin.

Di daxuyanîya hat belavkirin de, derbarê mijarê de hat destnîşankirin ku “Di operasyona li navenda bajêr hat lidarxistin de welatiyê Iraqê A.A.Tyê ku hat tesbîtkirin li ser navê rêxistinê operasyon dike hat girtin. Gumanbar ji bo dersînorkirinê radestî ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiyê û Deriyên Sînor kirin.”