Mûs | 4 gumanbarên DAISê hatin desteserkirin

01 rêbendan 2022 16:33
Mûs | 4 gumanbarên DAISê hatin desteserkirin

PeyamaKurd Di encama operasyoneke li dijî rêxistina DAIŞê de, li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kuridstanê 4 gumanbar hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Mûşê ve hatiye belavkirin,  hêzên ewlekariya berî şeva sersalê li dijî rêxistina DAIŞê li parêzgeha Mûşê  dest bi operasyoneke kirine û di çarçoveya operasyonê de,  hêzên ewlekariyê li dijî  navnîşanên çend kesên ku pêwendiyên wan bi DAIŞê ve hene û zarokên xwe naşînin dibistanên  Wezareta Perwerdê, hevdem operasyonek pêk anîn.

Di encama operasyonê de, hêzên ewlekariyê 4 gumanbar destser kirin.