Bi biryara Serokwezîr Barzanî 2 mîlyar dînar ji bo otorêyeke Silêmaniyê tê xerc kirin

02 berfanbar 2021 19:30
Bi biryara Serokwezîr Barzanî 2 mîlyar dînar ji bo otorêyeke Silêmaniyê tê xerc kirin

PeyamaKurd - Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, nêzîkî 2 milyar dînar ji bo bicihanîna projeya qîrkirina rêya navbera Berzince û Baraw ên girêdayî parêzgeha Silêmaniyê hat cuda kirin.

Fermangeha medya û zanyariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Pêncşemê ragihand, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razîbûn li ser temamkirin û xerckirina 1.812.010.000 dînaran nîşan daye, ku projeya qîrkirina rêyên Berzince û Baraw bên temamkirin.

Hat diyarkirin ew proje bi pereyê budçeya hilberînê ya wezareta avadaniyê û niştecihbûnê tê bicihanîn.