Bi biryara Serokwezîr Barzanî Werzîsvan Îsmaîl Kisawerz hat azadkirin

10 adar 2018 19:47
Bi biryara Serokwezîr Barzanî Werzîsvan Îsmaîl Kisawerz hat azadkirin

Serkonsulê Îranê yê Hewlêrê eşkere kir ku bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, werzişvanê xelkê Urmiyê Îsmaîl Kişawerz ku li Hewlêrê desteserkirî bû hatiye azadkirin û di Deriyê Sînor ê Hacî Omeran ve bo Rojhilatê Kurdistanê hatiye şandin.

Li gor Serkonsulê Îranê yê Hewlêrê Murteza Ebadî, werzişvanê karetê yê xelkê Urmiyê Îsmaîl Kişawerz, nêzîka 40 roj berî niha bi serdaneke werzişî hatibû Herêma Kurdistanê û ji aliyê dezgehên ewlekariyê yên Hewlêrê ve hatibû binçavkirin û vêna jî nîgeraniyeke zêde li bak civaka werzîşî ya bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê çêkiribû.

Murteza Ebadî wiha dibêje: “Meseleya azadkirina wî werzişvanî ku berê jî bi rêya Wezîrê Navxwe û berpirsên ewlekariyê ve pêdeçûn derbarê wî de hatibû kirin, zêdetir piştî serdana parêzgarê Hewlêrê bo Urmiyê hat rojevê û di dawî de bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî, Îsmaîl Kişawerz hat azadkirin û radestî Îranê tê kirin.”

Li ser heman mijarê Berpirsê Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulla Akreyî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re wiha axifî: “Piştî serdana şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî bo Urmiya Rojhilatê Kurdistanê, li wê derê parêzgarê Urmiyê daxwaza azadkirina wî werzişvanî kir, me jî piştî vegerê ew daxwaz gihande Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û wî jî biryara azadkirina wî da.”

Akreyî da zanîn roja Pêncşemê navbirî hatiye azadkirin û bi rêya Deriyê Sînor ê Hacî Omeran ve bo Urmiyê hatiye şandin. Derbarê sedema girtina wî werzişvanî de jî Akreyî got: “Sedem dezgehên ewlekariyê dizanin, lê bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat azadkirin.”

Akreyî, da zanîn ku eger heye paşerojê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hejmarek girtî bi hev bên guhertin û axaftina xwe wiha qedand: “Nêzîka 70-80 Îranî li Herêma Kurdistanê girtî ne û hemû jî li ser maddeyên hişber hatine girtin, nêzîka 10 welatiyên Herêma Kurdistanê jî li Îranê girtî ne û sedema girtina wna jî ne siyasî ye.”