Bi biryara dadgehê belavkirina nûçeyên qezaya Dêrikê hat qedexekirin

22 tebax 2022 21:57
Bi biryara dadgehê belavkirina nûçeyên qezaya Dêrikê hat qedexekirin

PeyamaKurd – Dadgeha navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, ji bo qezaya 20ê Tebaxê ya ku du TIRên frenê wan teqiyabû dabûn ser xelkê û bûbûn sedema mirina 21 kesan, biryara qedexeya belavkirina nûçeyên derbarê qezayê de da.

Di biryara dadgehê de wekî hincet, “Parastina tenduristiya civakê, ewlehiya milî, pergala gelemperî û ewlehiya wê û pêşîgirtina tawanan” hatiye nîşandan.

Li gorî biryarê heta lêpirsîna derbarê qezayê de temam bibe, her cûre nûçe roportaja, rexne yên nivîskî, dîtbarî û ser medya civakî qedexe ye ku werin weşandin û belavkirin.

Qezaya Dêrikê ku li pey xwe komkujiyek anîbû, bi rêya kamyonên ji Fabrîkaya Etî Bakir a Cengîz Holdîngê gubre dikişandin rû dabû û di qezayê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 25 kesên din jî birîndar bûbûn.

Heman rojê li ser rêya Dîlok û Bêlqisê jî qezayekê rû dabû û 16 kes miribûn, lê derbarê wê qezayê de ti biryareke qedexeya nûçeyan nehatiye dayîn.