Bi 27 wefatên din re hejmara miriyan gihîst 930 kesan

24 tebax 2020 19:15
Bi 27 wefatên din re hejmara miriyan gihîst 930 kesan

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên dawî yên bi nexweşiya vîrusa koronayê eşkere kir. Bi 27 mirinên din re hejmara mirinên ji koronayê gihîşt 930 kesan.

Wezaretê di daxuyaniya xwe ya îro 24ê Tebaxê de ragihand, di 24 demjimêrên borî de 458 pêketiyên nû yên Koronayê hatin tomarkirin û 27 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ji 458 kesên bi vîrusa Koronayê ketine, 127 kes li Hewlêrê, 91 kes li Silêmaniyê, 28 li Germiyanê û 13 kes jî li Helebceyê ne.

Herwiha 27 kesan jî bi Koronayê can daye ku 12 kes li Hewlêrê, 11 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Raperîn û 3 kes jî li Duhokê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 25252 (Hewlêr: 10263, Silêmanî: 11070, Duhok: 3131Helebce: 788)

Mirin: 930 (Hewlêr: 339, Silêmanî: 549, Duhok: 26, Helebce: 16)

Başbûn: 15182 (Hewlêr: 5843, Silêmanî: 7694, Duhok: 942, Helebce: 703)