Li Tirkiyê hejmara miriyan gihîst 3 hezar 397 kesan

03 gulan 2020 23:42
Li Tirkiyê hejmara miriyan gihîst 3 hezar 397 kesan

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca amarên 24 saetên borî yên vîrusa koronayê eşkere kirin.

Li gorî amaran di 24 saetên dawî de, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 61 kesên din ji nexweşîna korona can dane û hejmara giştî ya miriyan gihîştiye 3 hezar û 397 kesan.

Hejmara tûşbûyan jî bi zêdebûna 1,670 kesên din re bi tevahî gihîşt 126 hezar û 45 kesan.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê ji 11ê Adarê ve cara ewil îro hejmara nexweşên baş bûna ji hejmara tûşbûyên giştî derbas kiriye ku îro 4,892 kes baş bûne û hejmar gihîştiye 63 hezar û 161 kesan.