Bi 17 fuzeyan li baregeha Amerîkayê dan
PeyamaKurd-Li Iraqê li baregeha hewayî ya leşkerî bi navê Kayyara ku leşkerên Amerîkayê tê de bûn,17 fuzeyên Katyûşa avêtin baregehê. Piştî êrîşê hêzên asayîşê yên hundir bo girtina wan kesan dest bi operasyonan kirin. Ragihandina qewimandinê ji aliyê wezareta bergiriyê ya Iraqê de hat kirin.
Tora medyayê ya wezareta bergiriyê ya Iraqê ragihand ku di êrîşa fuzeyan de ti kes nehatiye kuştin.
Baregeh ji Mûsilê 70 km ber bi başûr de ye û ev der piştî ji İŞİDê hat sitendin ji aliyê leşkerên Amerîka de te bikaranîn.
Wezaret negot bê êrîş ji aliyê kîjan rêxistinê de hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin