Bextiyar: Li Kerkûk rojane 30 hezar bermîl petrol bi qaçaxî tê firotin

14 rêbendan 2019 21:05
Bextiyar: Li Kerkûk rojane 30 hezar bermîl petrol bi qaçaxî tê firotin

Peyamakurd – Endamê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar di gotareke xwe de diyar kir ku petrola Kerkûkê ji aliyê hin berpirsên siyasî ve tê dizîn û firotin.

Mela Bextiyar di gotara xwe ya kovara Çavderê de nirxandinek li ser demokrasiya Kurdistanê û gendeliyê kir.

Bextiyar di gotara xwe de dibêje, ji bîra petrolê ya Cumhur ku li dorûbera Kerkûkê ye, rojane  30 hezar bermîl petrol tê derxistin û ji aliyê berpirsê siyasî ve bi dizî bêyî ku kes pê bihese ji ser Silêmaniyê bi qaçaxî tê firotin.

Mele Baxtiyar di nirxandin û analîza xwe de destnîşan dike, Iraq di 167 welatên demokratîk ên cîhanê de di rêza 114an de ye ku heta li pey Pakistanê jî tê.

Bextiyar dibêje, di nav welatên gendel de jî Iraq di rêza 4emîn de ye.