Bextiyar Elî li ser qedexeyên Kurdî û bisaftina li Bakurê Kurdistanê romanek nivîsand
PeyamaKurd – Romanivîsê Kurd ê naskirî Bextiyar Elî, romana xwe ya dawî bi navê ‘Dagîrkirdinî Tarîkî’ li ser rewşa Bakurê Kurdistanê nivîsand ku niha roman li ber çapê ye.
Bextiyar Elî di vê romanê de dîroka salên piştî şerê cihanê yê duyem li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dikole. Romara Bextiyar Elî ya ji 722 rûpelan pêk tê ji aliyê Nawendî Roşinbîrîyî Rehende tê çapkirin.
Bextiyar Elî beriya niha li ser vê romana xwe di hevpeyvînekê de gotibû:
"Ez niha li ser kitêbekê dixebitim li ser Tirkiyê ye, li ser tarîxa qedexekirina ziman bi destê Tirkiyê. Ew eybek e mezin e ku sedsal e Tirkan em ji zimanê me dûr xistine û wan zimanê me qedexe kiriye. Û me li ser vê jî zêde nenivîsiye. Ez naxwazim zêde behsa romanê bikim dibe ku Nîsan an jî Gulanê li Kurdistanê çap bibe. Ez ê bikim ku ev romana min zû bi Kurmancî bê tercûmekirin jî."
Romana ‘Dagirkirdînî Tarîkî’ li ser jiyana malbata Tarik Akansoyê li Enqerê profesorê Zanîngehê ye ku bixwe dildar û şeydayekî felsefeya Herbert Spencer û Darwînîzma Civakî ye.
Akansu kemalîstêkî tundraw e û dixwaze Tirkiyeyê ji bo qonaxa dawî ya şer amade bike. Ew bi fermana serokwezîrê hingê Îsmet Înonu diçe Amedê. Kurekî wî yê 13 salî û kurê din ê 16 salî li vir dikevin nava keft û leftê û bûyer li dora wan digerin. Di romanê de karakterên din ên weke Îsmet Oktay ê Tirk, Îmran Kartal ê nêçîrvan 20 sal in li Kurdistanê nêçîr û ravê dikin.
Yek ji karekteran Cewher Sîzar Kurdek e, tembûran çêdike. Roman bi van karekterên dîrokî û hinên xeyalî li ser 722 rûpelan behsa wê dinya tirsnak a ku neteweperestên damezrandî dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin