Bexdayê mûçeyên karmendên Kurdistanê sand

27 adar 2020 00:45
Bexdayê mûçeyên karmendên Kurdistanê sand

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê îro mûçeyên karmendên li Herêma Kurdistanê bi rêşa Banka Navendî ya Iraqê şaxê Hewlêrê şand.

Hat ragihandin ku mûçeyên ku hatine şandin 453 milyar dînarê Iraqê ye.

Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê jî ragihand ku heger mûçe bigihin wan ew dê mûçeyên karmendên hemû wezaretan belav bikin.