Bexdayê kustina leskerên DYAyî sermezar kir
29 rêbendan 2024 19:32
PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê êrîşa li dijî baregeha leşkerî ya DYAyê ya li ser sînorê Urdun-Sûriyeyê şermezar kir.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim El-Ewadî derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Basim El-Ewadî di daxuyaniyê de ragihand ku ew wek hikûmeta Iraqê, zêdebûna aloziyê û bi taybet êrîşa li ser sînorê Sûriye û Urdunê şermezar dikin û got: "Em geşedanên metirsîdar ên li herêmê bi fikarên mezin dişopînin."
El-Ewadî pêwistiya dawîlêhanîna geşedanên tûndwer ên li herêmê destnîşan kir û diyar kir ku ji bo destnîşankirina rêgezên bingehîn ên çareseriyê, ew amadene beşdari xebatên pêşîlêgirtina belavbûna pevçûnan bibin û ji bo vê yekê bixebitin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serok Barzanî kustina malbata Kurd a li Bexdayê bi tundî sermezar kir
17 îln 2020
Cîhan
Artêsa Îsraîlê kustina 4 leskerên xwe ragihand
29 cot 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin