Bexda | Hewla reva girtiyên girtîgehê hat pûçkirin: Girtiyek hat kustin
27 mijdar 2021 19:29
PeyamaKurd – Li Bexdayê hewla reva girtiyên girtîgehê hat pûçkirin û di encamê de girtiyek hat kuştin.
Berpirsekî ewlehiyê yê Hikûmeta Iraqê ji medyaya Iraqî re diyar kiriye, îro danê sibê 3 girtiyên li girtîgeha Tacî ya Bexdayê xwestin birevin, lê hewla wan hat pûçkirin.
Li gorî zanyariyan, nobedarên girtîgehê ew girtî dan ber guleyan û di encamê de yek hat kuştin û yên din jî hatin girtin.
Ew girtiyên ku hewla revê dabûn, bi sizayê heta hetayê hatine mehkûmkirin.
Girtîgeha Tacî ku bi navê girtîgeha Hût jî tê nasîn, ketiye bakurê Bexdayê. Girtîgehekî mezin e û tê de bi hezaran girtî hene.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Amerîka ji reva bi komî ya DAISiyan a ji girtîgehên Sûriyeyê nîgeran e
19 brf 2024
Jiyan
Malbatên girtiyên Îsraîlî dest bi greva birçîbûnê dikin
16 brf 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin