Bexda | Di êrîsa DAISê de leskerekî iraqî hat kustin

27 gulan 2020 22:44
Bexda | Di êrîsa DAISê de leskerekî iraqî hat kustin

PeyamaKurd – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand ku di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê de, leşkerekî iraqî hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Li gorî ragihandina şaneyê, terorîstên DAIŞê li gundê Hebeş ê başûrê Bexdayê gule reşandine ser xala parastinê ya Tîma 17an a li herêma Sedir El-Yûsifiyê ku di encama wê êrîşê de leşkerekî can daye û yek jî birîndar bûye.

Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê 23yê Gulanê jî ragihandibû ku ji ber gulereşandina terorîstên DAIŞê bi ser Lîwaya 17an a polîsên li Samerayê de, 2 polîs birîndar bûne.