Kerkûk | Di êrîsa DAISê de herî kêm efserekî Iraqî hat kustin

04 cotmeh 2021 13:06
Kerkûk | Di êrîsa DAISê de herî kêm efserekî Iraqî hat kustin

PeyamaKurd – Li devera Xurmatû ya Kerkûkê, di encama êrîşa çekdarên DAIŞê de, herî kêm efserekî Iraqî hat kuştin.

Berpirsê polîsê bajarê Xurmatû Husên Elî diyar kiriye, îşev li nêzîkî pira navçeya Serhed a Xurmatû, çekdarên DAIŞê êrîşî hêzên Iraqî kirin.

Herwiha wî efserê polîs eşkere kir, di wê êrîşê de efserek hat kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûn.