Bexda | Bi mosekan êrîsî avahiya Balyozxaneya Amerîkayê kirin
14 rêbendan 2022 14:30
PeyamaKurd – Li Bexdayê bi moşekan êrîşî avahiya Balyozxaneya Amerîkayê kirin.
Li gor çavkaniyên ewlehiyê yê Iraqê diyar kir; sîstema berevanî ya moşekî ya balyozxaneyê, bersiva êrîşê daye.
Herwiha li Balyozxaneya Amerîkayê zengila agahdarkirinê hatiye lêdan.
Li gor kesên nêzîkî balyozxaneyê, dengên sê teqînan li Devera Kesk a Bexdayê hatine bihîstin.
Çavkaniyê ewlehiyê ji medyayê re eşkere kiriye; sîstema berevaniya esmanî ya li ser balyozxaneyê kariye sê moşekan biteqîne û nehêle zerar bidin balyozxaneyê.
Zanyariyên destpêkê nîşan didin, ew moşek ji hêla başûrê Bexdayê ve hatine avêtin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Bi mosekan êrîsî ser baregeha Amerîkî ya li Bexdayê kirin
01 cot 2024
Jiyan
Bi 5 mosekan êrîsî Balafirgeha Bexdayê kirin
02 sbt 2022
Cîhan
Bexda | Bi mosekan êrîsî baregeha leskerên Amerîkî kirin
02 gln 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin