Bexda | Bi mosekan êrîsî baregeha leskerên Amerîkî kirin
03 gulan 2021 00:54
PeyamaKurd – Li paytexta Iraqê Bexdayê îro 2yê Gulanê êvarê êrîşeke moşekî dijî baregeha ku hêzên Amerîkayê tê de ne hat kirin.
Li gorî zanyariyan bi moşekên Katyûşa êrîş hatiye kirin ku çend moşek ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ya li baregeha hêzên Amerîkayê ve hatine têkdan û 3 moşek jî li nêzîkî baregehê ketine.
Amerîkayê ji ber êrîşên berdewam ên milîsên Îranê li Balyozxaneya xwe ya Bexdayê û baregeha leşkerî Victory ya nêzîkî balafirxaneya Bexdayê, ji bo bersiva êrîşan sîstemên C-Ram ên berevaniya asmanî bicih kiribûn.
Derbarê ziyanên moşeka ku li nêzîkî baregeha Amerîkayê ketiye de hîn ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê rayedarên Iraq û Amerîkayê ve nehatiye dayîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Bi mosekan êrîsî ser baregeha Amerîkayê ya li Dêrezorê kirin!
14 sbt 2024
Cîhan
Bi mosekan êrîsî Baregeha Amerîka ya li herêma HSDê kirin
19 sbt 2023
Jiyan
Bi mosekan êrîsî ser baregeha Amerîkî ya li Bexdayê kirin
01 cot 2024
Jiyan
Bexda | Bi mosekan careke din êrîsî baregeha leskerî ya Amerîkayê kirin
05 rbn 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin