Bexda | Banka Kurdistanê û Banka Cîhan rastî êrîsê hatin
17 rêbendan 2022 13:31
PeyamaKurd – Li taxa Kerade ya Bexdayê do derengiya şevê êrîşî du bankên Kurdistanî kirin.
Li gor zanyariyani Banka Kurdistanê û Banka Cîhan rastî êrîşê hatin û êrîş li gor dema Bexdayê di saet 22:00an de hat encamdan.
Herwiha hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê belav bûne û tîmên hawarçûnê gihîştine cihê teqînan.
Li got zanyariyên ji çavkaniyeke ewlehiyê hatine wergirtin diyar dikin; teqîn bi rêya du bombeyên dengî bûne û bankên Kurdistan û Cîhan, bûne armanc.
Herwiha li gor zanyariyên destpêkê, herî kêm du kes birîndar bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Rapora Banka Cîhanî: Welatên herî feqîr ên cîhanê deyndar in
14 cot 2024
Jiyan
Bankaya Cîhanê 416 milyon dolar krediyeke nû dide Tirkiyeyê
20 nsn 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin