‘Besek ji petrola Iraqê bi boriyên Kurdistanê ji derve re tê sandin’

16 tebax 2022 00:21
‘Besek ji petrola Iraqê bi boriyên Kurdistanê ji derve re tê sandin’

PeyamaKurd - Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê yê bi wekalet Kemal Mihemed Salih eşkere kir ku beşke ji petrola Iraqê ji ser boriyên neftê yên Kurdistanê bo derve tê şandin û parastina saziyên gaz û petrolê erkê hemû aliyan e.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê i wekalet Kemal Mihemed Salih, pêşwazî li konsula giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Şehrazad Siûd kiriye û di hevdîtinê de behsa pêşxistina sektora petrol û gazê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, konsula giştî ya Amerîkayê gefên li ser bîr û saziyên neft û gazê şermezar kiriye û amadebûna welatê xwe ya ji bo nêzîk kirina hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên neft û gazê bi rêya dîyalogê aniye ziman.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî jî spasiya hikûmet û û gelê Amerîkayê kiriye û gotiye: “Sektora petrol û gazê ya li Herêma Kurdistanê di xizmeta gelê Kurdistan û gelê Iraqê de ye. Bi rêya gaza berhemhatî 600 megawatt elektrîk ji bo Kerkûk, Mûsil û Diyale tê şandin. Beşek ji nefta Iraqê jî bi boriyên nefta Kurdistanê ji derveyî welat re tê şandin. Ji ber wê jî parastina saziyên petrol û gazê erkê hemû aliyan e.”