Besar Esed: Em dê tevahiya xaka Sûriyê kontrol bikin

18 sibat 2020 13:43
Besar Esed: Em dê tevahiya xaka Sûriyê kontrol bikin

PeyamaKurd - Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esed ragihand ku li herêma Idlib û derdora wê şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de berdewam in û heya tevahiya xaka Sûriyê dikeve kontrola wan dê berdewam bin. Esed got ku ew dê tevahiya xaka Sûriyê kontrol bikin.

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed gotareke vîdeoyî belav kir û tê de got ku hê şerê wan ê ji kontrolkirina tevahiya xaka Sûriyê bidawî nebûye. Esed diyar kir ku Şam û Heleb du baskên Sûriyê ne û baweriya wî bi ‘wefadariya xelkê Helebê’ heye û şerê kontrolkirina gundên Helebê berdewam e.

Esed da zanîn ku herêma Idlib û derdora wê şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de berdewam in û hêj şerê wan ê ji bo kontrolakirina tevahiya axa Sûriyê didome û got: “Em dê tevahiya axa Sûriyê rizgar bikin.”

Serokê Sûriyê di heman demê de amaje bi wê yekê kir ku dê li welatê xwe dawiyê li “hêzên terorîst bîne” û aramiyê vegerîne welatê xwe.