Besar Caferî: Em dixwazin têkiliyên me yên bi Tirkiyê re bas bin, lê...
PeyamaKurd - Balyozê Sûriyê yê li Rûsyayê Beşar El-Caferî, di demeke ku tê çaverêkirin di meha Gulanê de civîna çaralî were lidarxistin de, bersiva proseya asayîbûna rejîma Sûriyê ya bi Tirkiyeyê re da û got ku hin hêzên naxwazin pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê asayî bibin hene.
Beşar Caferî di civîneke rojnamevanî ya li Moskowê de, got: “Tirkiye cîranê me ye, em dixwazin pêwendiyên baş pê re hebin. Berjewendiyên hevbeş di navbera gelê me û gelê Tirkiyê de hene.”
Caferî herwiha diyar kir ku hin hêzên naxwazin pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê asayî bibin hene û ji bo rêgirtina wan hêzan serî li hemî rêyan didin.
Li gorî nirxandin û şîroveyan rêveberiya Şamê ji bo normalbûna bi Tirkiyeyê re, li benda encamên hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiyeyê ye.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha Sûriyê ji bo asayîbûna pêwendiyên ligel Tirkiyeyê wekî merc xwestibû Tirkiye hêzên xwe ji nav erda Sûriyeyê vekişîne, lê belê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî gotibû, Enqere ti şert û mercan ji bo danûstandinên rasterast ligel Şamê qebûl nake.
4ê Nîsana 2023yan cîgirên wezîrên derve yên Sûriye, Tikiye û Îranê bi beşdariya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê civiyabûn û li ser amadekariyên civîna li ser asta wezîrên derve ya çaralî axivîbûn.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eymen Sosan beriya wê civînê dabû xuyakirin, ew ê di civîna çaralî de bidawîkirina hebûna artêşa Tirkiyê ya li ser axa Sûriyê bixwazin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin