Berpirsê YEyê ji bo gotûbêjkirina pirsa koçberan serdana Hewlêrê dike

11 mijdar 2021 21:08
Berpirsê YEyê ji bo gotûbêjkirina pirsa koçberan serdana Hewlêrê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Cîgirê Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Margaritis Schinas, di çend rojên pêş de serdana Herêma Kurdistanê dike û babeta penaberan ligel berpirsên bilind ê Herêma Kurdistanê gotûbêj bike.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen  ragihandiye ku wê cîgirê wê Margaritis Schinas, ji bo gotûbêjkirina rewşa wan penaberên li ser sînorê Polanda û Belarrûsê serdana Beyrûd, Bexda Dubaî û Hewlêrê bike.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin qeyrana penaberan fişareke zêde xistiye ser Yekîtiya Ewropayê û ev yek di demekê de ye ku jiyana bi hezaran penaberan li ser sînoran di metirsiyê de ye. 

Herwiha hatiye diyarkirin ku wê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê lêkolîna geştên asmanî bike li wan bajarên ku penaber têne veguhestin.