Berpirsê YE: Divê bi Talîbanê re nêrîneke hevbes were çêkirin
PeyamaKurd – Berpirsê Sîyaseta Karên Derve yê Yekîtîya Ewropa (YE) Josep Borrell da zanîn, hikûmeta Afganistanê divê ji bo çareserîyeke berfireh, bi Talîbanê re pêwendiyê çêke.
Borrel diyar kir, divê li Afganistanê ji bo cudabiriyên sîyasî, çareserî were dîtin û bi Talîbanê re nêrîneke hevbeş were çêkirin.
Herwiha Borrel eşkere kir, ji bo çareserîyeke berfireh divê temsîlîyeta hemî jinan, ciwanan, pêkhateyan hebe û diyar kir, YE di ser helwestên wisa re piştgiriyê dide Afganistanê.
Talîbanê di meha Gulanê de dest bi êrîşên berfireh kir û wê di demên dawî de hejmareke herêmên Afganistanê bi dest xwe xistiye.
Borrel bang li Talîbanê kir, da ku agirbestê ragihîne û dest bi danûstandinên berfieh bike.
Berpirsê YE da zanîn, ji ber pevçûnan Afgan bi êşên giran re rûbirû dimînin û bal kişand ku hejmara kesên ji wêlet derdikevin jî zêde dibe.
Wî da zanîn, ger Talîban bi darê zorê desthilatê bi dest xwe bixe û mîrgeheke Îslamê çêke, ew ê bi metirsîyên wek îzolasyon, nepejirandin û nestandina alîkariyê re rûbirû bimîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin