Berpirsê Tenduristiya Hewlêrê: Em ditirsin cih ji bo nexwesan nemîne

10 tebax 2020 18:14
Berpirsê Tenduristiya Hewlêrê: Em ditirsin cih ji bo nexwesan nemîne

PeyamaKurd - Berpirsê tenduristiya parêzgeha Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed destnîşan kir ku rêjeya belavbûna vîrusa Koronayê wê heta destpêka meha Îlona îsal jî roj bi roj zêde bibe û paşê jî kêm bibe.

Berpirsê tenduristiya Hewlêrê, Dr. Dilovan Mihemed ji malpera fermî ya PDKê re ragihandiye, roj bi roj hejmara pêketiyên Koronayê li Hewlêrê zêde dibin û hinek ji wan rewşa wan xirab e.

Dr. Dilovan Mihemed daye xuyakirin, li Hewlêrê 6 nexweşxaneyên Koronayê hene lê eger rewş bi rengî be ew ditirsin êdî cih bo nexweşan nemîne.

Berpirsê tenduristiya Hewlêrê daye zanîn ku ew nexweşên ku li malên xwe de tên dermankirin, gelek caran bi xeletî tên dermankirin û gotiye, ji ber wê jî dema rewşa wan xirab dibe wan digihînin nexweşxanê, wê çaxê jî êdî tiştek ji destê nojdaran nayê.

Dr. Dilovan Mihemed herwiha dibêje, wan texmîn kiribû ku vîrusa Koronayê dê piştî 15 Tebaxa îsal ber bi kêmbûnê ve here lê eşkere bû ku texmîna wan xelet bûye ji ber ku rêjeya belavbûna vîursê dê heta destpêka Îlona îsal zêde bibe û piştî wê dê kêm bibe.