Berpirsê Amerîkî: Pêwendiyên me yên bi Herêma Kurdistanê re stratejîk in

07 hezîran 2022 17:25
Berpirsê Amerîkî: Pêwendiyên me yên bi Herêma Kurdistanê re stratejîk in

PeyamaKurd – Cîgirê Misteşarê Karûbarên Îran û Iraqê yê Amerîkayê Jennifer Gavito, di paneleke li Washingtonê de ku Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî beşdarî kir de, têkiliyên Washington û Hewlêrê nirxandin.

Jennifer Gavito, di panelana Enstîtuya Rojhilata Nêzîk de destnîşan kir ku pêwendiyên Amerîkayê bi Herêma Kurdistanê re, stratejîk û mayînde ne.

Gavito da zanîn ku ew di nav 30 salên dawî de bi Herêma Kurdistanê re xebitîne û pêwendiyên wan bipêş ketine ku niha ew pêwendiyên ku ne taktîkî bûn gihîştiye asta stratejîk û mayînebûnê.

Herwiha Gavito diyar kir ku wan ligel Herêma Kurdistanê têkoşîna terora DAIŞê daye, aboriya piralî damezrandiye û ji bo parastina dewlemendiya çandê mil bi mil têkoşîn daye.

Gavito destnîşan kir ku ji bo Kurd bikarin li Bexdayê berjwendiyên xwe biparêzin rêya herî baş yekrêzî û yekhelwestiya wan e ku ew jî tişta herî baş ji gelê Kurd dixwazin.