Berpirsê Amerîkî: Em ji bo petrola Herêma Kurdistanê, nîgeran in

27 nîsan 2023 20:00
Berpirsê Amerîkî: Em ji bo petrola Herêma Kurdistanê, nîgeran in

PeyamaKurd- Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclisa Nûnerên Amerîkayê Michael McCaul ragihand ku rawestandina hinartina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê, di berjewendiya Îranê de ye.

Michael McCau, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ew nîgeran in ku Bexda dest bi hinartina petrola Herêma Kurdistanê neke û daxuyaniya xwe bi vî awayî berdewam kir:

“Rawestandina hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê, di berjewendiya rejîma Îranê de ye. Divê rêveberiya Biden, zextê li hikûmeta Iraqê bike da ku gefên li ser ewlekariya enerjiyê û aramiya herêmê çareser bike."