Bernard Kouchner, li Herîrê dibistana bi navê xwe ziyaret kir
PeyamaKurd – Li bajarê Herîrê yê Herêma Kurdistanê 2 sal berê navê dostê Kurd Bernard Kouchner dabûn dibistanekî. Kouthcner berê serokê MSF ê bû wezîrê karên derve yê Fransayê bû, seredana dibistana ku navê wî danê, kir. Di merasima di dibistanê de xwendevan bi cil û bergên Kurdî, bi sirûda niştîmanî ya Fransa û Kurdistanê pêşwaziya Bernard Koutchner kirin.
Bernard Kouchner, ragihand ku dema bihîstiye navê wî dane dibistanekî şaş dimîne û gotiye:
“Ev biryara wan bû. Min nizanibû bi navê min dibistanekî heye. Ez çend cara hatim Kurdistanê lê cara yekeme ku ez li vir im. Min temamê xwendevanan, keç û kuran dît. Ez gelek dilşxweş bûm. Ji seredanê gelek razî me.”
Bernard Kouchner, bi mamoste, mudir û temamê xebatkarên dibistanê re hevdîtin kir. Mamoste û mudir ji bo alîkariyê ji hukumeta Fransayê destekê xwestin. Di dibistanê de 564 xwendevan hene.
Siyasetmedarê Fransiz Bernard Kouchnerê 84 salî, ji bo Kurdên Başûrê Kurdistanê bibin xwediyê statuyekî gelek xebatê kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin