Li Luxembourgê dibistana kurdî deriyê xwe ji xwendekaran re vekir
Li welatê Luxembourgê, sala xwendinê ya nû li dibistana kurdî dest pê kir û hejmarek mezin a xwendekaran xwe tomar kiriye.
RûpelNews - Komeleya Roj Lux, dibistaneke xwendina bi zimanê kurdî vekir û sala xwendinê ya nû tê de dest pê kir.
Di vê salê de 26 xwendekaran navên xwe tomar kirine û hejmarek mamoste bi awayekî xwebexş waneyan didin.
Ev destpêşxeriya çandî û perwerdeyê ji aliyê hikûmeta Luxembourgê ve piştevanîkirî ye, hikûmet, cih û pêdivî û alavên xwendinê pêşkêş û dabîn dike.
Beriya hefteyekê jî, sala xwendinê ya nû li dibistana kurdî li Nemsayê dest pê kir û ahengeke bi vê bûneyê li dar ketibû. (Welat TV)
