Bernameya civîn û hevdîtinên Mesrûr Barzanî ya li Konferansa Munîhê eskere bû...
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku ji bo beşdarbûna Konferansa Asayîşa Navdewletî ya Munîhê li Almanyayê ye, wê îro bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û hejmarek rayedarên payebilind ên welatan re li hev bicive.
Hat ragihandin ku li gorî bernameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Munîhê, ew îro ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîrê Urdinê Eymen Sefedî, Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusi Akar, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr Ebdullahyan, Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen hevdîtinan pêk tîne.
Biryare di hevdîtinan de, tevî pêwendiyên dualî û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên herêmê û cîhanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî wê mijarên girêdayî asayîş û têkoşîna li dijî terorê û hewldanên navdewletî yên ji bo têkbirina terorê li Iraq û Kurdistanê jî gotûbêj bike.
Di Konferansa Munîhê de ji bilî Serokwezîr Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî beşdariyê dikin û ligel berpirsên cîhanê hevdîtinan pêk tînin.
Konferansa Asayîşê ya Munîhê îro 18ê Sibatê dest pê kir û sibe 19ê Sibatê jî berdewam dike û tê de ji zêdetirî 70 welatan 370 serkirde û berpirsên welatên cîhanê beşdar dibin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin