Mesrûr Barzanî îro li Munihe hevdîtinên siyasî pêk binê

16 sibat 2019 15:37
Mesrûr Barzanî îro li Munihe  hevdîtinên siyasî pêk binê

PeyamaKurd - Îro 16ê Sibatê li duyem roja Konferansa Asayişê ya Munchenê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi hejmarek ji berpirsên bilind ên welatên cîhanê re dicive.

Li gor zanyariyan, îro Mesrûr Barzanî bi her yek ji Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson, Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen, Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Wezîrê Dewletê yê Pêwendiyên Derve yên Îmarata Erebî Enwer Qirqaş, Nûnerê Serokatiya Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAİŞê James Jeffrey, Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Iraq û Îranê Andrew Peek û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen re dicive.

Civînên îro de, Mesrûr Barzanî bi Endama Kongreya Amerîka û Alîkara berê ya Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Elissa Slotkin re dicive û berî wê jî bi Serok û endamên Komîta Bergîriyê ya Parlemantoya Almanî re dicive.

Her di konferansê de, duh 15ê Sibatê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi her yek ji Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Salih Feyaz û hejmarek ji parlemanterên Almanyayê re civiyabû.

Di konferansa îsal a Munihe de zêdetir ji 35 serok û serokwezîr, 50 wezîrên derve û 30 wezîrên bergîriyê yên cîhanê beşdar in û Angela Merkel wek Şêwirmena Almanya tê de amade dibe.  Di konferansê de çend pirsên girîng ên derbarê asayişa navdewletî û metirsiyên cîhanê têne guftûgokirin.

Ji Buhara sala 1963an ve li Munihe ya Almanyayê Konferansa Asayişa Cîhanê tê li darxistin. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê gotûbêj tên kirin.