Berhem Salih serdana Hewlêrê kir

06 sibat 2020 17:18
Berhem Salih serdana Hewlêrê kir

PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih beriya demekê bi serdanekê gihîşte Hewlêrê û biryar e bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bicive.

Berhem Salih li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat pêşwazîkirin û paşê bi Serok Mesûd Barzanî re civiya. Civîna Berhem Salih û Serok Barzanî hêj berdewam e.

Berhem Salih dê bi rayedarên din ên Herêma Kurdistanê re jî hevdîtinan pêk bîne.

Rewşa dawî ya Iraqê û pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê û helwesta Kurd derbarê wan mijaran de, mijarên sereke yên hevdîtinên Berhem Salih û rayedarên Herêma Kurdistanê ne.